BI DÎMEN

Li Kopenhag û Bochûmê mîtînga Rojava biparêze hat lidarxistin

Li Kopenhag û Bochûmê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava bi mîtîngekê hat protestokirin.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê û bajarê Bachûm a Elmanyayê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mîtîngekê hatin protestokirin.

KOPENHAG

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Danîmarka Kopenhagê dijîn, li qada Radhûspladsê hatin ba hev û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi mîtîngekê protesto kirin. Girseya gel alên YPG, YPJ û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Di mîtîngê de danezan hat xwendin û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk hate şermezarkirin û banga xurtkirina hevgirtina navneteweyî ji bo parastina Rojava hate kirin.

Mîtîng bi dirûşmeyên “Faşîst Erdogan”, “Dîktator Erdogan”, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

BOCHÛM

Li bajarê Bachûm a Elmanyayê jî bi mîtîngekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.

Kurdistaniyên li ser banga Meclîsa Gel a Essenê di saet 17.00’an de li ber Bachûm Rathaûsê hatin ba hev û bêyî navber dirûşmeyên “Bîjî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Gelê Rojava ne bi tenê ye” berz kirin.

Di mîtîngê de danezan hat xwendin û êrîşên qirkirinê hate protestokirin. Di danezanê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker ku li ser erdnîgariya Kurdistanê şer ferz dike û bi komkujiyan dixwaze qirkirinê pêk bîne, ji xwînê têr nabe. Bi dijminatiya Kurdan a li hundir û derve, hemû destkeftiyên gelê Kurd hedef digire. Dewleta Tirk a li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têk diçe, êrîşî qadên sivîl ên Rojava dike. Êrîşên ku di 12’ê Çileyê de dest pê kirin, herêmên sivîl hatin hedef girtin û êrîş hîna jî berdewam dike.”

Mîtîng bi dirûşmeyên “Bîjî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Gelê Rojava ne bi tenê ye” bi dawî bû.