Panela yekemîn li Zanîngeha Antîoquîa û ya duyemîn jî li Navenda Sendîkaya Karkerên Tûtinê (SINTRAINTABACO) hatin lidar xistin.
Di panelan de behsa paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatî pêşxistin hatin kirin û hat destnîşan kirin ku ev pergal ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo hemû gelan çareseriyek demokratîk pêşkêş dike.
Di panelan de her wiha parêznameyê Rêber Apo ya bi navê "Sosyolojiya Azadiyê" ku ji bo Spanî hatibû wergerandin û weşandin, hate danasandin. Akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan, sendîkavan û nûnerên tevgerên jinan hem li ser naveroka parêznameyê û hem jî li ser hevşibînên pêvajoya şerê Kolombiyayê bi pirsgirêka Kurd re hate nîqaş kirin.
Di dawiya panelê de, beşdaran peyamek bi dîmen ji bo piştgiriya kampanyaya "Em Dixwazin Serdana Ocalan Bikin" weşandin. Di dîmenên hatine amadekirin de daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin û peyamên piştgiriyê ji bo têkoşîna gelê Kurd û girtiyên siyasî yên di girtîgehê de hat ragihandin.
Beşdaran, bal kişandin ser ezmûnên dîrokî yên wekhev ên li Kolombiyayê û Kurdistanê û behsa girîngiya parvekirina tecrûbeyan hat kirin. Organîzatoran, destnîşan kirin ku eleqeya ji bo ramanên Rêber Apo li Kolombiyayê zêde dibe û torên hevgirtinê berfireh dibin.