Li Kolnê polîsan êrîşî bîranîna Komkujiya Pirsûsê kir
Polîsên Elman êrîşî çalakiya bîranê ya bi boneya salvegera Komkujiya Pirsûsê hat li dar xistin kir. Di êrîşa polîsan de endamê AGÎF’ê bi êşkenceyê hat binçavkirin.
Polîsên Elman êrîşî çalakiya bîranê ya bi boneya salvegera Komkujiya Pirsûsê hat li dar xistin kir. Di êrîşa polîsan de endamê AGÎF’ê bi êşkenceyê hat binçavkirin.
33 ciwanên ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di êrîşa bombeyî ya DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn, di 10'emîn salvegera komkujiyê de li bajarê Koln ê Elmanyayê bi meşekê hatin bibîranîn. Meş ji aliyê Young Struggle, ZORA, AGÎF, SKB û TSP’ê ve hate lidarxistin. FKO’yê jî piştgirî da meşê.
Meş bi rêzgirtinê dest pê kir. Di meşê wêneyê 33 rêwiyên xeyalan hatin hildan. Dû re li ser navê saziyan axaftin hatin kirin.
Young Struggleyê anî ziman ku ew ê li pey şopa 33 ciwanan bimeşin û têkoşînê geş bikin.
ZORA jî kesên li Pirsûsê hatine qetilkirin bi bîr anî û got: “Wêrekiya wan îro ji jinên ciwan re bûye îlham.”
AGÎF’ê jî bal kişand bi ser têkoşîna edaletê ya 10 salan û got, “Ev berpirsyarî li ser milê her şoreşgerekê ye.”
SKB’ê jî îşaret bi dirûşma “Ji Pirsûsê re edalet ji her kesê re edalet” kir.
TSP: “Daxwaza Edaletê ya ji bo Pirsûsê bi ya ji bo Hanau, Solingen, Fîgen Yuksekdag û girtiyên siyasî re yek e.”
Nûnerên RJ û FKO’yê jî destnîşan kirin ku divê têkoşîna edaletê li Ewropayê jî bê domandin.
Di meşê de dirûşmên “Ji Pirsûsê re edalet ji her kesê re edalet”, “Bijî piştevaniya enternasyonel” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Ji destpêka meşê heta dawiyê meşê polîsên Elman li pey bûyerên provaktîf bûn û xwestin hin al bên daxistin. Girseya li dijî vê yekê derket rastî êrîşa polîsan hatin. Di dema êrîşa polîsan de endamê AGÎF’ê bi êşkenceyê hate binçavkirin.
Piştî binçavkirinê girseyê li ber qereqolê dest bi çalakiyê kir û hevkariya polîsên Elman a bi polîsên Tirk re hat protestokirin. Pişt re endamê AGÎF’ê yê hate binçavkirin serbest hat berdan.
Çalakî bi dirûşma “Wê hesabê Pirsûsê bê pirsin” bi dawî bû.