Li Kolnê êrîşên li hemberî Şengalê hate şermezarkirin

Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi çalakiyekê êrîşa artêşa Iraqê ya li ser Şengalê hate şermezarkirin.

Li ser banga Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk, Meclîsa Jinê ya Viyan û AGÎF’ê, Kurdistanî dekaketin qadan û êrîşên artêşa Iraqê ya li ser Şengalê bi çalakiyan şermezar kirin. Kurdistaniyên li bajarê Kolnê yê Elmanyayê dijin li ber dêra Dom a navenda bajêr li hev civiyan û êrîşên hikûmeta Kazimî ya li ser Şengalê şermezar kirin. Di çalakiyê de wêneyên di 3’ê Tebaxa 2014’an de dema qirkirinê de hatiye kişandin, pankartên “Berxwedana Rojava û Şengalê rûmeta me ye“, “Jin jiyan azadî“ û “Şefê DAIŞ’ê Erdogan“ hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku êrîşên li ser Şengalê di çarçoveya peymana 9’ê Cotmeha 2020’an de tê kirin û hate gotin ku bi êrîşan dixwazin gelê Şengalê li ser cih û warê xwe koç bikin.

Di çalakiyê de bang li hemû Kurdistanî û dostên wan yên li Ewropayê hate kirin ku xwedî li berxwedana Şengalê derkevin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî berxwedana YBŞ û YJŞ‘ê”, “Bijî biratiya gelan“, “Bila hemû dagirker ji Kurdistanê derkevin“, “Bila şerê li Kurdistanê bi dawî bibe“ û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.