Li Kolnê banga çalakiyên bê navber hate kirin
Bi çalakiyekê desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdîn a ji aliyê AKP/MHP’ê ve hate protestokirin.
Bi çalakiyekê desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdîn a ji aliyê AKP/MHP’ê ve hate protestokirin.
Çalakiyên Kurdistanî û dostên wan ên ji bo protestokirina desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdîn ên ji aliyê AKP/MHP’ê ve didomin.
Li Qada Dom a bajarê Koln a Elmanyayê bi çalakiyekê ji aliyê Mala Kurdan, AGÎF, TEV-ÇAND û HDP’ê ve desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hate protestokirin.
Ferîde Hamîtogûllari ya di çalakiyê de axivî diyar kir ku darbeyek li têkoşîna demokasiyê ya gelê Kurd hatiye xistin û got: “Her ku faşîzim mezin dibe, divê dostaniya me jî mezin bibe û li ber rabine.”
Hunermendên TEV-ÇAND’ê bi stran û klamên xwe tevlî çalakiyê bûn.