Li Klotenê çalakiya salvegera 'Jin, Jiyan, Azadî'
Li bajarê Kloten ê Zurichê bi çalakiyê işaret bi asta gerdûnî ya têkoşîna azadiya jinê hate kirin.
Li bajarê Kloten ê Zurichê bi çalakiyê işaret bi asta gerdûnî ya têkoşîna azadiya jinê hate kirin.
Li bajarê Kloten ê kantona Zurichê bi wesîleya salvegera şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' Komeleya Rojava çalakiyek lidar xist. Çalakiya ku ji aliyê Komuna Rojhilat ve hate birêxistinkirin, nûnerên saziyên ji çar parçeyên Kurdistanê û gel tevlî bûn.
Di axaftinan de işaret bi girîngiya asta gerdûnî ya têkoşîna azadiya jinê hate kirin. Pêvajoya ku bi qetilkirina Jîna Emînî re veguherî raperîna gelan hate bibîrxistin. Di çalakiyê de peyama PJAK'ê jî hate xwendin. Di peyamê de hate ragihandin ku têkoşîna bi pêşengiya jinan sînor derbas kir û ji hemû gelan re bû îlham.
Beşdaran mafê axaftinê wergirtin, hest û fikrê xwe anîn ziman û gotin, ruhê 'Jin, Jiyan, Azadî' rê nîşanî gelan da. Bîranînê bi stranên hunermendên Rojhilatî yên ji bo bîranîna şehîdan dewam kir. Di çalakiyê de peyama "Yekane rêya afirandina jiyana azad xwedîderketina li têkoşîna şehîdan e" hate dayin.