Li Kielê êrîşa li ser Şengalê hat protestokirin

Li bajarê Kielê, êrîşên hêzên çekdar ên hikûmeta Kazimî yên li ser Şengalê û êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin.

Navenda Çandê ya Kurd a Kielê li ber stasyona trenê ya navendî, çalakiyeke protestoyî li dar xist. Kurdistanî û dostên wan ên Elman jî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de hat diyarkirin ku êrîşa hikûmeta Iraqê bi ser Şengalê de ji hewldana ya dewleta Tirk a faşîst û hevkarê wî malbata Barzanî ne qut e û hat destnîşankirin ku wê Kurdistanî rê nedin dagirkeriyê.

Bang hat kirin ku hemû Kurdistanî û dostên wan bi xurtî piştgiriya gelê berxwedêr ê Şengalê bikin.

Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.