Li Kassel û Erfurtê êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin protestokirin
Êrîşên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li bajarên Kassel û Erfurtê yên Elmanyayê hatin protestokirin.
Êrîşên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li bajarên Kassel û Erfurtê yên Elmanyayê hatin protestokirin.
Kurdistaniyên li bajarê Kassel ê Elmanyayê, êrîşên li ser taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto kirin. Çalakvan li ber Rathaus a Kasselê kom bûn, bi hilgirtina alên YPG-YPJ’ê û berzkirina dirûşmeyan ber bi Meydana Kasselê ve meşiyan.
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku divê li dijî êrîşên bi vî rengî bêdeng nemînin û bang li her kesî hate kirin ku li dijî êrîşan dakevin kolanan.
ERFURT
Li bajarê Erfurt ê Elmanyayê, li dijî êrîşên li ser taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê meş hate lidarxistin.
Meşa ku ji aliyê Kulturverein Mezopotamien eV, Women Defend Rojava, SDS JENA, JENA Entrustet Sich, URL, Youth Committee Erfurt, û Feministische Organisierung Gemeinsam Kämpfen Erfurt ve hate organîzekirin. Meş piştî daxuyaniya saet di 16:00 de li Holzmarktê hate dayîn, dest pê kir. Hevseroka Kulturverein Mezopotamien eV Narin Jendî di çalakiyê de axivî û got, "Em ji bo piştgiriya gelê xwe li vir kom bûne. Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê kiriye. Me careke din hêza berxwedana gelê xwe dît û em bawer dikin ku gelê me wê tu carî têk neçe. Divê em jî çalakiyên hevgirtinê yên ji bo gelê me yê li Rojava bidomînin û timî di nava çalakiyan de bin. Em ji vir bang li Yekîtiya Ewropayê jî dikin: Divê hûn piştgiriyê bidin gelê me yê Rojava."
Kurdistanî û dostên wan piştî axaftinan meşiyan. Di tevahiya meşê de êrîşên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hatin protestokirin û peyama hevgirtinê ya ji bo berxwedana gelê Rojava hate dayîn.