Li Kanadayê xebatên dîplomasiyê
Yûsuf Îba ku li dijî tecrîdê yek ji berxwedêrê greva birçîbûnê bû bi çarçoweya xebatên dîplomatîk bi wekîl û rêxistinên civaka sivîl re rûdine.
Yûsuf Îba ku li dijî tecrîdê yek ji berxwedêrê greva birçîbûnê bû bi çarçoweya xebatên dîplomatîk bi wekîl û rêxistinên civaka sivîl re rûdine.
Nûçegihanê Kurd Yûsuf Îba ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de cih girtibû, piştî çalakiya xwe dest bi xebatên dîplomatîk kir. Îba, bi çarçoweya deklarasyona 7 xalî bi siyasetmedarên Kurdistanê û rêxistinên civaka sivîl re tê cem hev.
PEYAMÊN OCALAN RADIGIHÎNE
Îba serdana wan saziyên rêxistinên civakî û siyasetmedaran dike ku dema greva birçîbûnê serdana wî kiribûn û bi çarçoweya deklarasyona 7 xalan a Ocalan hevdîtinan dike. Îba yê ku ji bilî Torontoyê serdana paytext Ottawa jî kirî, bi wekîlan re hate cem hev. Îba bi alîkara serokê giştî yê partiya muxalîf a Kanadayê Conservatîve û ku berê seroktiya wê kirî Lîsa Raîtt re hî hate cem hev, li ser mijara ku peyamên Ocalan rast werin fêhmkirin û destek ji bo polîtîkayên aştiya Kurdan a di ser Rojava re çêbibin, destek xwest. Di hevdîtinan de biryar hate dayin ku rojên peş dîsa li Ottoaw werin cem hev.
Şaredariya Torontoyê ''Belgeya Spasdariyê'' da Yûsiv Îba yê ku tevlî festîvalê bû.