Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Li Kanadayê piştgirî astengî nasnake: Rojava ne tenê ye

Li gelek bajarên Kanadayê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan, êrîşên li ser Rojava protesto kirin.

Kurdistaniyên li Kanadayê û dostên wan, tevî şert û mercên giran ên zivistanê yên ku rojên dawî bandor kirine jî, protestoyên xwe yên li dijî êrîşên li ser Rojava didomînin. Li seranserê welêt, li bajarên wekî Toronto, Montreal, Vancouver, Edmonton, Calgary, Ottawa, Windsor û Kingston bi hezaran kes derketin qadan û peyama piştgiriyê dan.

LI TORONTOYÊ BI HEZARAN KES QADAN DAGIRTIN

Çalakiya ku di 25’ê Çileyê roja Yekşemê li herêma Yong-Finch çêbû de bi hezaran kes hatin gel hev. Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Kanadayê ve hatiye birêxistinkirin, ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokan berxwedanê bi gotinên “Yan mirin, yan azadî!” kurt kirin. Beşdaran bi alayên Kurdistanê hatin qadê û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin, jiyan, azadî” û “Gelê Kurd yek e” berz kirin.

BANG LI HIKÛMETA KANADA HATE KIRIN

Di dema meşê de li ser pankartan û di axaftinan de bang li hikûmeta Kanada hate kirin. Çalakvanan xwestin ku êrîşên li ser Rojava li platformên navnetewî bên rojev kirin, alîkariya mirovî ya lezgîn ji gelê Kobanê re bê şandin û ji bo parastina sivîlan gavên berbiçav bên avêtin.

Beşdaran diyar kirin ku çalakî dê di rojên pêş de jî bi hêztir bidomin. Kurdistaniyên li Kanadayê careke din bi awayekî xurt peyama “Rojava ne tenê ye” berz kirin.