Di semînerê de li ser modelek rêxistinkirina komunal a guncav ji bo pêdiviyên Kurdên li Kanadayê dijîn, xebata meclîsên xwecihî û daxwazên bingehîn ên gel nîqaş hatin kirin. Hat gotin ku divê civakek demokratîk ji jêr ber bi jor ve were rêxistinkirin.
KAMPA PERWERDEHIYA JINAN
Li kêleka semîneran, Kampek Perwerdehiyê ya Jinan jî hate lidarxistin. Li kampê behsa bîrdoziya rizgariya jinan, wekheviya zayendî, têgeha civaka demokratîk û rola jinan di rêxistinê de hat kirin.
Aktîvîstên Kolektîfa Jinên Azad a Sara, diyar kirin ku bêyî azadiya jinan civakek demokratîk nayê avakirin û got ku hêza rêxistinkirî ya jinan bingeha komunan pêk tîne.
RÊVEBERÊN KCDK-E PÊVAJO NIRXANDIN
Rêveberên KCDK-E yên ji welatên cuda yên Ewropayê jî bi rêya pêwendiyên onlineyê beşdarî semînerê bûn. Nîqaş li ser fonksiyona komunan, modela civaka demokratîk û pêşketinên siyasî yên heyî yên li Kurdistanê bûn.
Rêvebirên KCDK-E, diyar kirin ku ezmûnên komunan ên li Ewropayê dê tevkariyek mezin ji bo xebatên li Kanadayê bikin. Hate destnîşan kirin ku komun avahiya bingehîn a demokratîk in ku mirov rasterast jiyana xwe lê birêxistin dikin.
PÊVAJOYA NÛ: PÊVAJOYA GUHERÎN Û VEGUHERÎNÊ
Aktîvîsta Kolektîfa Jinên Azad a Sara, diyar kirin ku bi banga Rêber Apo re pêvajoyek nû ya îdeolojîk û rêxistinî dest pê kiriye. Her wiha hat gotin ku ew demek dirêj e ji bo ku vê pêvajoya nû bi awayekî rast fêm bikin û modelek rêxistinî ya guncav biafirînin, dixebitin.
MECLÎSÊN XWECIHÎ Û XEBATÊN QADÊ
Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kanadayê, ragihandin ku komîteya avakirinê ya ku dê were damezrandin dê bi meclîsên xwecihî re xebatê bimeşîne.
Hat diyarkirin ku di dema pêş de dê xebatên qadê, serdanên malan û raporên nirxandina pêdiviyan werin amadekirin. Hate gotin ku ji bo pêdiviyên gel bên zanîn, têkiliyên rasterast a bi gel re girîng e.
LI HER QADÊ JI NÛ VE AVAKIRIN
Jinên ku beşdarî semînerê bûn, gotin ku dema nû ne tenê bi rêxistina siyasî ve sînordar e. Hat destnîşan kirin ku di warên çand, huner, malbat û aboriyê de jî pêdivî bi ji nû ve avakirinê heye û hat gotin ku jin her tim pêşengiya têkoşînê kirine.
PÊŞENGIYA CIWAN Û JINAN
Di nîqaşan de behsa rola pêşeng a jin û ciwanan di avakirina civakek demokratîk de hat kirin. Hat gotin ku hevgirtina azadiya jinan û ciwanên rêxistinkirî hêza bingehîn a rêxistina komunal e.
ARMANC: MODELA KOMUNAL E
Beşdaran, gotin ku xebata li Kanadayê nîşan didin ku pêvajoyek rêxistinî û nûjenkirinê ya nû hewce dike. Hat destnîşan kirin, ku armanc modelek komunal e ku li ser bingeha pêdiviyên gel e ku ji jêr ber bi jor ve tê rêxistinkirin.
Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kanadayê û Kolektîfa Jinên Azad a Sara diyar kirin ku hemû xebat dê di çarçoveya qanûnên Kanadayî de werin meşandin. Hat gotin ku parastina ziman, çand û kevneşopiyan yek ji daxwazên bingehîn ên gel e.