Li Kanadayê coşa Festîvala Çanda Kurd û Aştiyê

Amadekariyên ji bo 23’yemîn Festîvala Çanda Kurd û Aştiyê ku wê îsal li bajarê Toronto yê Kanadayê bê lidar xistin, bi dawî bûn.

FESTÎVALA KANADA

Komîteya Amadekar, ji bo festîvala ku wê 17’ê Tebaxê roja Yekşemê bê lidar xistin, bang li hemû malbatên Kurd ên ku li Kanadayê dijîn kir ku tevlî festîvalê bibin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd Kadrî Ertugrul, beriya festîvalê bi daxuyaniyekê diyar kir ku pêkhatina festîvalê di pêvajoyeke ku aştî tê nîqaşkirin de, girîng e.

Di festîvalê de wê hunermendên herêmî û neteweyî derkevin ser dikê û dîlanên ku çanda Kurd nîşan didin bên pêşandan. Di heman demê de wê standên xwarin, cil û berg, xişr û pirtûkan bên danîn û ji bo zarokan qadên lîstikê bên avakirin.

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs û gelek siyasetmedarên Kanadayî wê weke mêvan tevlî festîvalê bibin. Hat diyar kirin ku wê hunermendên mîna Sherîf Omerî, Merwan Tan, Rûken Newa, Hêzil û Osman Mirwais derkevin ser dikê. Di festîvalê de wê çand û zimanê gelê Kurd û bêrîkirina wê ji bo welat bide pêş.

Hevserok Ertugrul, endamên meclîsê, esnaf û karsazên ku piştgirî dane festîvalê spas kir û got, “Em ê bi hev re gelekî xurt û azad bibin.”