Li Kampa Lavrîoyê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin
Li Kampa Penaberan a li Lavrîoya Yewnanistanê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin.
Li Kampa Penaberan a li Lavrîoya Yewnanistanê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin.
Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di axaftina de qala girîngiya ziman a di têkoşîna azadiyê û netewebûnê de hate kirin.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku rêyeke bi bandor a li dijî konsepta şerê taybet axaftina bi Kurdî ye û axaftina bi Kurdî peywireke welatparêziyê ye.
Di çalakiyê de qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana greva birçîbûnê hate kirin.
Di çalakiyê de sînevîzyon hate nîşandan û koroya zarokan derket ser dikê.