Li Innsbruckê çalakiya protestokirina êrîşên kîmyewî
Kurdistaniyên li Innsbruckê dimînin, polîtîkaya şerê qirêj yê dewleta Tirk şermezar kir.
Kurdistaniyên li Innsbruckê dimînin, polîtîkaya şerê qirêj yê dewleta Tirk şermezar kir.
Kurd û dostên xwe yên li bajarê Innsbruck ê Awûstûryayê, bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li Herêmên Parastina Medyayê, bi mîtîngekê protesto kir. Di mîtîngê de wêneyên gerîlayên şehîd hatin hildan û pankartê bi Elmanî hat vekirin.
Mîtîng, nêzî du saetan dewam kir, têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk, danezan hatin belavkirin û bêyî navber dirûşma “Bijî berxwedana gerîla“ hat berzkirin.