Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Li Hollandayê protestoyên Rojava: Ev bêdengî hevkariya sûc e

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li bajarên Enschede, Groningen û Lahey ên Hollandayê, êrîşên li ser Rojava protesto kirin û banga li raya giştî ya navneteweyî kirin ku bikevin tevgerê.

Li bajarên cuda ên Hollandayê êrîşên li ser Rojava bi çalakiyên girseyî hatin protestokirin.

LI ENSCHEDÊ XWEPÊŞANDANA EWIL GIRSEYÎ

Li bajarê Enschedeyê bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Arnhem û Komuna Gel a Enschedeyê cara ewil protestoya bi rojeva Rojava hate lidarxistin. Zêdeyî 3 hezar kes tevlî xwepêşandanê bûn. Çalakî b deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre têkildarî geşedanên heyî, axaftinên bi Hollandî hatin kirin.

Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Free Free Rojava”, “Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin. Girseyê êrîşên li ser Rojava protesto kir û destnîşan kir ku divê raya giştî ya navneteweyî li dijî komkujiyan bêdeng nemîne.

LI GRONINGENÊ ÇALAKIYA JI BO 5 ROJAN

Li Groningehê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Arnhem û Komuna Gel a Groningehê, di çarçoveya çalakiyên ku 5 rojan dewam bikin de, meşekî girseyî hate lidarxistin. Bi sedan kes tevlî meşê bûn.

Girseyê piştî deqîqeyek rêzgirtinê dest bi meşê kir û dirûşmeyên, Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Şehîd namirin”, “Kujer Colanî”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” berzkirin.

Di axaftina li ser navê PYD’ê de hate diyarkirin ku xwedîderketina li Rojava ji bo tevahiya gelê Kurd û mirovahiyê berpirsyariyeke hevpar e. Her wiha ji bo şikandina dorpêç û ambargoya li ser Kobanê banga hestiyariyê li raya giştî ya navneteweyî hate kirin.

BI HEZARAN KES TEVLÎ PROTESTOYA DEN HAAG’Ê BÛN

Bi hezaran kes tevlî protestoya ku bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Den Haagê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeyên, “Free Free Kurdistan”, “Stop Genocide in Rojava”, “Wij Koerden vechten voor mensenrechten”, “Kujer Colanî, ji Kurdistanê bicehime”, “YE fînanse dike, Colanî bombe dike”, “Bijî yekîtiya gelê Kurd” hatin berzkirin.  

Girseya ku xwest ber bi Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ve bimeşe, bi hinceta kêmbûna polîsan hate astengkirin. Çalakvan bertek nîşanî vê dan û piştî ku demek dirûşme berzkirin dawî li çalakiya xwe anîn.