Li Hollandayê ji bo Abdullah Ocalan kampanyaya 100 hezar qert
DEM-NED û Tevgera Jinên Kurd bi daxuyaniyekê ragihandin ku li seranserê Hollandayê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyaya qert şandinê dane destpêkerin.
DEM-NED û Tevgera Jinên Kurd bi daxuyaniyekê ragihandin ku li seranserê Hollandayê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyaya qert şandinê dane destpêkerin.
Bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Kurd a Hollandayê (DEM-NED) û Tevgera Jinên Kurd, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di girtîgeha Îmraliyê de dîl hatiye girtin, kampanyaya şandina 100 hezar qertî ji bo Îmraliyê hat destpêkirin.
Ji bo ragihandina kampanyayê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Den Haagê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîda girankirî de ye, ev jî tê vê wateyê ku li ser gelê Kurd tecrît tê sepandin û hate destnîşankirin ku çareseriya pirsgirêkên hem li Tirkiye û hem jî li Rojhilata Navîn tên jiyîn bi paradîgmaya nû û bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e.
Di daxuyaniyê de bang li hemû kesên li Hollandayê dijîn hat kirin ku tevlî kampanyayê bibin.