Li Hildesheîm û Bonnê banga tevlêbûna meşa 17’ê Sibatê hat kirin
Li bajarê Hildesheîm û Bonnê dicivîna gel hat lidarxistin. Di civînê de banga tevlêbûna meşa mezin a 17’ê Sibatê ya Kolnê hat kirin.
Li bajarê Hildesheîm û Bonnê dicivîna gel hat lidarxistin. Di civînê de banga tevlêbûna meşa mezin a 17’ê Sibatê ya Kolnê hat kirin.
Li bajarê Bonn ê Elmanyayê, bi armanca bilindkirina hişmendiya civakî ji bo meşa 17’ê Sibatê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kolnê bê lidarxistin, civîneke gel hate lidarxistin.
Piştî hevdîtinê ji bo şandina Îmraliyê qert hatin nivîsandin û bi posteyê hat şandin.
Her wiha broşûrên ku bi çar zimanan ji bo meşa 17’ê Sibatê hatibûn amadekirin hatin belavkirin.
HILDESHEIM
FED-DEM’ê bi heman armancê li Hildesheim civîneke gel li dar xist. Piştî civîna ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat, li ser navê FED-DEM û KON-MED’ê bang li gelê Kurd û dostên wan hate kirin ku bi ruhê seferberiyê beşdarî meşa ku wê 17’ê Sibatê li Kolnê bê lidarxistin bibin.