Kurdistaniyên ku di 25’ê Nîsanê de li qada Kreûzacker a navenda Solothurnê hatin gel hev û kon vedan, çalakiya rûniştinê ya 3 rojan dan destpêkirin. Çalakî îro bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû.
Şaredara Kantona Solothurnê Stefanie Inglond, Endama Parlamentoya Federal û Parlamentera SP Fransisca Roth, Serokê Yekîtiya Solothurn Unio Markus Baumann û Serokê Komîteya Yekê Gulanê Rolf. Hasler ev sê roj in serdana çalakiyê dikin û piştevaniya xwe nîşan didin.
Di çalakiyê de dosyaya ji aliyê KNK'ê ve li ser çekên kîmyewî hat amadekirin, pêşkêşî siyasetmedar û saziyên çapemeniyê hatin kirin.
Her wiha di çalakiyê de ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin îmze hatin berhevkirin.
Çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
Di daxuyaniyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li hemberî qadên gerîla û bikaranîna çekên kîmyewî hatin protestokirin, têkiliya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî weke xiyanet hate nirxandin. Li hemberî vê jî banga mezinkirina berxwedana gel hate kirin.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Solothurnê Mazlûm Kizildag jî got: “Êrîşên dewleta dagirker ên li ser qadên gerîla her roj didomin. Di van êrîşan de çekên kîmyewî tên bikaranîn. Li hemberî van êrîşan weke gel em li kûderê bin divê em bi berxwedana gerîlayên azadiyê re bibin yek. Hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re xiyanet e. Li dijî dagirkerî û xiyanetê berxwedan mafê me yê herî xwezayî ye. Îro em li vir dawî li çalakiya xwe tînin, lê sibê em ê bi xurtî beşdarî çalakiya rûniştinê ya li Cenevreyê bibin. Çalakiyên me heta dawîkirina van êrîşên dagirkeriyê wê bidomin. Banga me ji bo hemû gel û dostên me ew e ku werin em bi hev re berxwedanê bilind bikin."
Çalakî bi dirûşmeyên bi zimanê Kurdî, Tirkî û Elmanî yên “Bijî berxwedana gerîla” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.