Li Helsînkiyê serhildana gel a li Rojhilat û Îranê hat silavkirin

Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê, ji bo silavkirina serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyek hat lidarxistin.

Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê ji bo piştgiriya raperîna gelên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya li dijî rejîma paşverû ya Îranê, meşek hat lidarxistin. Li ser banga Koordînasyona piştgiriya berxwedana gelên Îranê gelek rêxistinên Kurdistanî û Îranî beşdarî çalakiyê bûn ku di nav wan de rêxistinên PJAK, KJAR û NCDK jî hebûn.

Çalakger li ber qada dêra spî (senaatintori) hatin ba hev û li vir daxuyaniyek dan. Di çalakiyê de dirûşmeyên ji piştgiriya bi serhildana gel hatin berzkirin û çalakger ji ir heta qada Narinkkatorî ya li navenda bajêr meşiya. Her wiha di meşê de bê navber dirûşmeya “Jin jiyan azadî” ku niha li tevahî cîhanê belav bûye, dihat berzkirin.