Li Helsînkiyê çalakiya ji bo piştgiriya gelên Îranê

Li Helsînkiyê çalakiyek hate lidarxistin û piştgirî ji berxwedana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re hate dayin.

Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê, ji ber çilrojiya şehîdkirina jina Kurd Jîna Emînî çalakiyek hate lidarxistin.

Kurd tevî dostên xwe li navenda Helsînkiyê li qada Narinkkatorî li hev civiyan.

Çalakî ji aliyê Komîteya PJAK û KJAR'ê ve hate lidarxistin û daxuyanî hate dayin. Di daxuyayniyê de hate bibîrxistin ku zêdeyî çil roj in gelên Îranê li ser piyan e û daxwaza demokrasî û azadiyê dikin.

Çalakgeran bi dirûşman piştgirî dan berxwedana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.