Li Helsînkiyê bîranîna şehîdan

Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê, ji bo 6 endamên çapemeniya PJAK'ê yên di encama bombebarana balefirên şer ên artêşa Tirk a dagiker de şehîd bûn meresima bîranînê hate lidarxistin.

Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê, ji bo 6 endamên çapemeniya PJAK'ê yên di sala 2008’an de di encama bombebarana balefirên şer ên artêşa Tirk a dagiker de şehîd bûn li Komeleya Kurd meresima bîranînê hate lidarxistin. Di meresima bîranînê de wêneyan şehîdan û ala PJAK’ê hate daliqandin. Gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî meresima bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Di bîranînê de li ser jiyan û têkoşîna şehîdan axaftin hatinkirin.

Di bîranînê de Endamê Meclîsa PJAK’ê Ehwen Çiyako axivî û bal kişand li ser xebatên şehîdên çapemeniyê û jiyana wan.

Her wiha şehîdê ewil Kendal ê ji Fînlandiyeyê tevlî refên gerîla bû û sala 2018‘an şehîd bû jî hat bibîranîn.

Di bombebarana dewleta Tirk a di 1‘ê Gulana 2008‘an de, endamên Çapemeniyê yên PJAK’ê Hêrîş Amed (Diyako Bextiyar), Argeş Bawer (Kardo Elyalî), Firat Çelê (Behcet Tekîn), Armanc Merîwan (Cemal Resûlî), Wedat Amed ve Raman Cawîd (Rehîm Borna) şehîd bûbûn.