Li Helsînkiyê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin

Li bajarê Helsînkî ya Fînlandayê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Li bajarê Helînkî ya Fînlandayê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û damezirandina PJAK û YPJ’ê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Şahî li Komeleya Kurd a Felînkiyê bi tevlîbûna gelek Kurdan hate liddarxistin. Li qada pîrozbahiyê alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, PJAK û YPJ’ê hatin hilawistin.

Şahî bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Di şahiyê de li ser girîngiya 4’ê Nîsanê axaftin hatin kirin.

Di şahiyê de timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.