Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Fînlandiya, îro hejmarek Kurdistanî bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê û bêhelwestiya hikumeta Iraq’ê ya li hemberî van êrişan, li ber sefaretxaneya Iraq’ê ya li Helsînkiyê çalakiyek lidar xistin.
Çalakvanan ji Metroya Kûlosaarî bi meş heya ber sefaretxaneya Iraq'ê meşiyan. Li vir piştî demek kurt nûnerê sefaretxaneyê hat derve û weke nûnerên çalakvanan 3 kes vexwandin hundir. Şandeya sê kesî ya ku li ser navê NCDK’ê bi sefîrên Iraqê re hevdîtin pêkanîn, dosyayek yê daxwazên xwe ku hatibû amadekirin pêşkêşî wan kirin û têkildarê mijarê bi sefîr û karmendên sefaretxaneyê hevdîtinek pêk anîn.
Di hevdîtinê de daxwaz ji şandeya sefaretxaneyê hat kirin ku li hember êrişên dewleta faşîst a Tirk ên li ser Şengal û Başûrê Kurdistanê bi fermî helwest bê girtin û asîmanê Iraqê ji bo firîna balafirên Tirkiyê bê daxistin. Her wiha hat daxwazkirin ku li hember hevkariya PDK û Tirkiyê, ji bo parastina serweriya xaka xwe dewleta Iraqê rola xwe bilîze. Şandeya sefaretxaneyê jî sipasiya nûnerên çalakiyê kir û soz dan ku daxwazên wan ji hikûmeta Iraq’ê re ragihînin.