Li Helsingborgê Komkujiya Parîsê hate şermezarkirin
Şehîdên Komkujiyên Parîsê li bajarê Helsingborg ê Swêdê hatin bîranîn.
Şehîdên Komkujiyên Parîsê li bajarê Helsingborg ê Swêdê hatin bîranîn.
Bi pêşengiya Komuna Jinan a Şehîd Gûlan a Helsingborgê ji bo Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogana ku di 9’ê Çileya 2013’an hatin qetilkirin û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ê ku 23’ê Kanûne de hatin qetilkirin merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Civîna bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û sînevîzyona ku li ser şehîdên Parîsê hatibû amadekirin hate nîşandan.
Kujerên wan komkujiyan hatin şermezarkirin û ji dewleta Fransayê hate xwestin ku erka xwe ya ji bo edaletê bi cih bîne.
Civîna bîranînê bi dirûşma 'Şehîd namirin' bi dawî bû.