Li Helsingborgê Hêvî Koçer û hevalên wê hatin bibîranîn

Li bajarê Helsingborgê yê Swêdê Hêvî Koçer û hevalên wê bi çalakiyekî hatin bibîranîn. Di axaftinan de îşaret bi dilsoziya bi şehîdan re û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.

Li bajarê Helsingborg yê Swêdê ji bo Hêvî Koçer û hevalên wê merasîmeke bibîranînê hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê Meclîsa Başûrê Swêdê ve hate organîzekirin û gelek Kurd û dostên Kurdan beşdar bûn.

Di merasîmê de ewilî li ser navê Malbatên Şehîdan Alî Şengalî axivî. Şengalî wiha got: “Ez bi rêz û minetdarî bi taybetî şehîd Hêvî û hevalên wê û hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîr tînim. Îro destkeftiyên me yên li Şengalê, Rojava û deverên din bi saya fedakariyên van şehîdan in. Erka me ew e ku em di rêya wan de bimeşin û azadiya Rêber Apo misoger bikin.”

Piştre li ser navê malbata şehîd Hêvî Koçer siyasetmedar Çiyazan Koçer axivî. Koçer navên gelek şehîdên ji malbata xwe yek bi yek bi bîr anî û hestên xwe yên minetdariyê anî ziman. Koçer got: “Ev şehîd ne yekem in û ne jî dê bibin yên dawî. Di dîroka gelê Kurd de, em qet bi qasî niha nêzîkî azadiyê nebûne.” Koçer îşaret bi girîngiya pêvajoyeke aştîyê ya bi rûmet û bingeha destkeftiyan jî kir.

Piştî axaftinan sînevîzyonek hate nîşandan. Merasîm bi dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.