Li Helsinborgê Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê bi coş hat pîrozkirin

Li bajarê Helsinborg ê Swêdê Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê bi coş hate pîrozkirin.

PÎROZBAHIYÊN 15’Ê TEBAXÊ

Li bajarê Helsinborg ê Swêdê bi boneya Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê çalakî hate lidarxistin. Pîrozbahî li komaleyekî li Helsînborgê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.

Di axaftinên çalakiyê de hate îşaret bi girîngiya dîrokî ya 15’ê Tebaxê ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hate kirin û wiha hate gotin, “Îro destpêka têkoşîna hebûnê ya gelekî ku dihat tunehesibandin e. 15’ê Tebaxê ne tenê rojekî berxwedanê ye, ji bo gelê Kurd cejnekî neteweyî ye.”

Di çalakiyê de hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn û hate diyarkirin ku xwedîderketina li mîrateya têkoşîna şehîdan, di rêya azadiyê de berpirsyariya herî mezin e.

Piştî axaftinan, çalakî bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyana têkoşînê ya Tevgera Azadiya Kurd û şehîdan dewam kir. Beşdaran di dawiya çalakiyê de Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê bi gerandina govendê bi coş pîroz kirin.