Li Helsînborga Swêdê êrîşên dagirker ên Tirk hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li bajarê Helsînborg ê Swêdê, bi çalakiyekê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Helsînborg ê Swêdê, bi çalakiyekê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.
Kurdistaniyên ku li bajarê Helsînborg ê Swêdê êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser qadên gerîla şermezar kirin, berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê slav kirin, gotin bi civakîbûna têkoşînê re serfirazî wê teqez bibe.
Kurdistaniyan gotin ew ê gerîlayên ku li dijî dagirkeriyê parastina tevahiya Kurdistanê dikin tenê nehêlin, bang li Kurdistanî û dostên wan kirin ku bihistyar bin.
Kurdistaniyan bi dirûşmeyan gotin, ''Bijî berxwedana gerîla, bijî Kurdistan, bijî Serok Apo''.