Li Heîlbronnê zextên dewleta Elman hate şermezarkirin

Li Heîlbronnê Kurd û dostên Kurdan êrîşên dewleta Elman şermezar kirin û gotin, ''Elmanya ji nirxên demokratîk ên Ewropayê dûr dikeve.''

Zext û girtinên dewleta Elman ên li ser Kurdan li Heîlbroonê ji hêla Kurdistanî û dostên wan ve hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de bi sedan kes hazir bûn. Mîtîng li Kîlîansplatzê ya Heîlbroonê hate kirin. Wekîlên berê yên HDP'ê Nursel Aydogan û Faysal Sariyildiz, Hevserokê KON-MED'ê Tahîr Koçer jî li mitîngê hazir bûn. Her wiha nûnerên MLPD'ê û gelek aktivîsên Elman jî li çalkiyê bûn.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd Gulîstan Ateş li mîtîngê axivî, bal kişande ser zexta dewleta Elman a van demên dawî û got hikûmeta Elman bi dewleta Tirk re bi hevkarî zext û zordariyê li Kurdan dike.

Nursel Aydogan jî zexta dewleta Tirk a li ser Kurdan bi bîr xist û got, ''Elmanya ji nirxên demokratîk ên Ewropayê dûr dikeve. Em bang li dewleta Elmanya dikin ku li van nirxan xwedî derkeve.''

Faysal Sariyildiz jî got dewleta Elman jî Kurdên ku têkoşîna demokratîk didin ceza dike.

Nûnerên MLPD'ê jî diyar kirin ew piştevanê Kurdan in û êrîşên polîsan şermezar kirin.

Aktivîstên ciwan ên Elman jî gotin hikûmeta Elman li şûna ku zextê li siyasetmedarên Kurd bike, divê qedexeya li ser PKK'ê rake û gotin PKK'ê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li Rojava bi hezarna şehîdan dane û cîhan ji hovîtiyê xilas kiriye.