Li Heilbronê 5 şehîd hatin bibîranîn

Meclîsa Heilbronn û KOMAW’ê li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê, ji bo 5 şehîdan çalakiya bîranînê li dar xist.

Li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê, ji aliyê Meclîsa Heilbronn û KOMAW’ê ve ji bo 5 şehîdan çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Bîranîn, ji bo şehîdên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de şehîdên Tevgera Azadiyê Sila Tolhildan, Koçer Rustem, Sema Koçer, Dozger Amed û Viyan Koçer hatin bibîranîn. Çalakî li salona komaleyê hate lidarxistin.

Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, li ser navê malbatê Mehmet Cizirî axivî û spasiya beşdaran kir û wiha got, “Em spasiya gelê xwe dikin ku malbatê bi tenê nehiştin. Em bi navê malbatê li vir bin jî, ev şehîd ne tenê ya me ne, şehîdê tevahî gelê Kurdistanê ne. Bila serê Rêbertî, heval û gelê Kurdistanê sax be.”

Li ser navê KOMAW’ê Lokman Cizîrî axivî û wiha got, “Em îro hemû deyndarê şehîdan in. Ji destpêka Tevgera me ve, me zêdeyî 50 hezar şehîd dan. 5 şehîdên ku em îro wan bibîtînin jî, ji bo azadiya gelê xwe têkoşiyan û şehîd bûn. Weke ku Rêbertiya me diyar kir, tevgera me tevgera şehîdan e. Eger îro Kurd têne naskirin, ev bi saya Rêbertî û têkoşîna şehîdan e.”

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.