Li Hannoverê li dijî êrîşên kîmyewî çalakî hat lidarxistin

Kurdistaniyên li bajarê Hannoverê dijîn, bi çalakiyekê êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî gerîla protesto kirin.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê saet di 16.00’an de li HBF ya Hannoverê, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk hatin protestokirin.

Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Gel a Hannoverê Ciwan Çewlik axivî û got: “Nabe ku em dengê xwe ji êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî welat, gel û hêzên me yên parastinê yên hêja, nekin. Em ê çalakiyên xwe gur û geş bikin, bi helwesteke cidî em ê ber li vê hovîtî û bêexlaqiyê bigirin.“

Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla“, “Bijî îradeya gelê Kurd“ û “Bijî piştevaniya navneteweyî“ hatin berzkirin.