Li Hannoverê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer ên li bajarê Hannover ê Elmanyayê hatin ba hev û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN), saet di 20.00’an de li navenda Hannoverê heta Îstgeha Navendî ya Trenan çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.

Ciwanên hatin ba hev, wêneyên gerîlayên şehîd bûne û pankartên ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst, pankart hildan.

Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla“ û “PKK, tolhildan“ hatin berzkirin.

Li ser navê TCŞ û TêkoJIN’ê danezan hat xwendin û banga tevlêbûna çalakiyan li ciwanên welatparêz hat kirin.