23’ê Kanûna 2022’an pêşenga Tevgera Jinên Kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermendê Kurd Mîr Perwer û aktîvîstê Kurd Abdûrrahman Kizil li ber avahiya komeleya 10’emîn a li Parîsê di encama êrîşa çekdarî de şehîd bûbûn.
Çalakiya li Hambûrgê, li ber Navenda Otonom Rote Flora ji bo bîranîna şehîdan, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Jinên ciwan ên endamên TêkoJIN’ê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku wê têkoşîna hevrêyên xwe yên hatine qetilkirin, bidomînin û sekin û xeyalên wan wê ji xwe re mînak bigirin.
Nivîskar Anja Flach, Hevseroka Koma Parlamentoya Çep a Hambûrgê û TJK-E’yê Cansû Ozdemîr ku tevlî çalakiyê bûn, axivîn.
Jinên ciwan nerazîbûn nîşanî girtîbûna aktvîst û siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz dan ku bi îdîaya endamtiya PKK’ê tê darizandin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan li nêzî girtîgeha Holstenglacis bi dawî bû.
Aktîvîst û siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ku li Hambûrgê tê darizandin, ji destpêka meha Hezîranê dema ku li Qibirsê hat dersînorkirin û vir ve girtî ye.