BI DÎMEN

Li Hannoverê Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê bi çalakiyekê, soz hat dayîn ku xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin û pêvajoya "Civaka Demokratîk û Aştiyê" mezin bikin

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê bi çalakiyekê, şoreşgerên ku di meha Gulanê de li Kurdistan û Tirkiyeyê şehîd bûne hatin bibîranîn.

Bîranîn demjimêr 15:30’an de bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokên Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd a Hannoverê Aysel Dogan û Bavê Ronî beşdar silav kirin û axaftinên kurt kirin.

Piştre Hevserokê KOMAW’ê Xoşnav Ata, Berdevka YJK-E’yê Aliye Ekîncî û Hevseroka FED-DEM’ê Hakîme Yousuf axivîn.

Di axaftinan de bal hat kişandin ser berxwedana zindana Amedê û hat destnîşankirin ku di raboriyê de teslîmiyet nehatiye qebûlkirin û têkoşîn hat meşandin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku îdealên şehîdan ên ku canê xwe di oxira wê de dane wê werin pêkanîn û wiha hat gotin: Heke şehîdên me neban, em nedigihîştin van rojan. Em li ber bîranîna şehîdên xwe bi rêzdarî serê xwe ditewînin û soza xwe ya xwedîderketina li têkoşîna wan dubare dikin.

Axivêran her wiha diyar kirin ku mîrasa şehîdan bi xwedîderketina li pêvajoya “Civaka Demokratîk û Aştiyê” ya ku ji aliyê Rêber Apo ve tê meşandin, hîn xurtir bibe.

Di çalakiyê de piştî axaftinan daxuyaniya KCK’ê ya derbarê şehîdên meha Gulanê de hat xwendin. Di çarçoveya bernameyê de sînevîzyonek ku ji bo şehîdên meha Gulanê hatibû amadekirin hat nîşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.