Li Hannover û Darmstadtê Komkujiiya Parîsê hat şermezarkirin
Li bajarên Hannover û Darmstadt ên Elmanyayê Komkujiya Parîsê ya 23’ê Kanûna 2022’an û bêdengiya hêzên navneteweyî hatin şermezarkirin.
Li bajarên Hannover û Darmstadt ên Elmanyayê Komkujiya Parîsê ya 23’ê Kanûna 2022’an û bêdengiya hêzên navneteweyî hatin şermezarkirin.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî û Komuna Meryem a Hîldesheîmê Komkujiya Parîsê hat şermezarkirin.
Gelek çalakvanên ku ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê hatin qetilkirin, li hev civiyan li navenda Hannoverê çalakiya protestoyî li dar xistin.
Di çalakiyê de ku hêzên qetlîamker hatin şermezarkirin, daxuyaniya TJK-E’yê ya li ser salvegera komkujiyê, hat xwendin.
Di çalakiyê de li ser navê Germeînsam Kaempfen, Women Defend Rojava û Zora Hannover axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bêdengiya hêzên navneteweyî hat şermezarkirin û peyama mezinkirina têkoşîna jinan a hevpar hate dayîn.
Çalakî bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
DARMSTADT
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê Komkujiya Parîsê bi meşekî hat şermezar kirin. Meşa ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Darmstadtê ve hat organîzekirin, li Lûîsenplatzê hat lidarxistin.
Meş bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo Şehîdên Parîsê hat destpêkirin. Di meşê de dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Di meşê de banga tevlîbûna meşa navendî hat kirin ku wê ku 6’ê Çileyê bê lidarxistin û meş bi dawî bû.