Li Hambûrgê DYE û dewleta Tirk hatin protestokirin
Li Hambûrgê biryara DYE ya li ser rêveberên PKK’ê û dewleta Tirk hatin protestokirin.
Li Hambûrgê biryara DYE ya li ser rêveberên PKK’ê û dewleta Tirk hatin protestokirin.
Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê biryara DYE ya li ser rêveberên PKK’ê hate protestokirin.
Li qada Dammtorê ya nêzî konsolosxaneyên DYE û Tirkiyeyê çalakî hate kirin. Gelek Kurd û Elmanên Enternasyolîst tevlî çalakiyê bûn.
Li ser navê NCDK’a Hambûrgê Dîcle Firat axivî û got “Dewletên ku Kurdistan dagir kirine, terorîstên rastîn in."
Li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbînê û Enternasyonalîstên Ciwan Bêrîvan Têkoşer jî banga geşkirina têkoşînê kir.
Di çalakiyê de êrîşên Îsraîlê jî hatin şermezarkirin.