Li Hambûrgê çalakiya li dijî êrîşên li ser Rojava

Li Hambûrgê endamên TCŞ û TêkoJIN danê êvarê tevî dostên xwe yên Elman li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyeke bêîteatiya sivîl lidar xistin.

Ciwan li hev kom bûn û li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojavayê Kurdistanê bi meşekê şermezar kirin.

Di meşê de dirûşm hatin qîrîn û hate gotin, "Em li ku dibin bila bibin em ê têkoşîna xwe li wir dewam bikin."

Di daxuyaniya ciwanan de hate gotin, "Dewleta Tirk a ku bi rengekî nemerdane êrîşî Rojava dike, bombeyan li qadên jiyanê dibarîne û piştî her têkçûnê hewl dide tola xwe ji gel hilîne, bila baş zanibe ku li ku derê dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe li wir bimeşînin û li her qadê hesab jê bipirse."

Ciwanan dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Rojava", "Jin, Jiyan, Azadî" qîriyan û çalakiya xwe bi dawî kirin.