Kurd û dostên wan li Leîpzîger Tûrm Halleyê hatin ba hev û bi mîtîngekî komkujî protesto kirin û şehîd hatin bîranîn. Ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin, piştre daxuyanî hatin dayîn.
Li ser navê Gemeînsam Kampfen daxuyanî hatin dayîn û hat diyarkirin ku Fransa û Tirkiye hîna jî hewl dide komkujiyê binixumînin.
Di daxuyaniya li ser navê Redebeîtrag Defend Kurdistan ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku şehîd Sara li navenda Ewropa Parîsê hat qetilkirin û wiha hat gotin: “Ev komkujî êrîşeke li dijî Tevgera Azadiya Kurd û Tevgera Jinên Kurd bû. Em ê têkoşînê bidomînin.”
Redeîtrag Kurdistan Solîkomîtee Halle jî diyar kir ku dewletên kapîtalîst sûcên dewleta Tirk di bin navê “sirê dewletê” de diparêze û destnîşan kir ku divê faîlên komkujiyê bên darizandin.
Bîranîn piştî temaşekirina sînevîzyonê bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.