Li Grazê bîranîna Mereş û Roboskiyê

Bi wesîleya salvegera komkujiyên Mereş û Roboskiyê, li Grazê bi tevlîbûna siyasetmedar Necdet Atalay merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê bi wesîleya salvegera komkujiyên Mereş û Roboskiyê bi tevlîbûna siyasetmedar Necdet Atalay merasîma bîranînê hate lidarxistin. Merasîm li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Grazê hate lidarxistin. Merasîm ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Atalay bi bîr xist ku dîroka dewleta Tirk li ser komkujiyan hatiye avakirin û wiha got: “Ne tenê komkujiyên Mereş û Roboskiyê, Dersim, Agirî, Zîlan… ti komkujiyê ku dewleta Tirk pêk anî, ne tesaduf e. Dewletê bi komkujiyên ku pêk anî, ji avabûna xwe heta îro xwest Kurdîtiyê tune bike. Piştî ku PKK derket ser dika dîrokê zanebûna neteweyî ya Kurdîtî û Kurd derket holê. Têkoşîna azadiyê li her qadê mezin bû û gihişt roja îro.”