Li Goteborgê dewleta Tirk hate protestokirin
Li bajarê Goteborg ê Swêdê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava hatin protestokirin.
Li bajarê Goteborg ê Swêdê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava hatin protestokirin.
Li ser banga Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) Kurdên ku li bajarê Goteborgê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker kom bûn.
Di çalakiya protestoyî de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û flamayên YPG û YPJ'ê hatin hilgirtin.
Di çalakiyê de wêneyên kesên di êrîşên dagirkeriyê de jiyana xwe ji dest dan jî hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmên; ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Rojava ne bi tenê ye’ û ‘Kujer Erdogan’ hatin berzkirin.
Di çalakiyê de ji bo bîranîna şehîdan deqeyekê rêz hate girtin û êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin û banga piştevaniya berxwedana Rojava hat kirin.