Seroka Komîsyonê Ursula von der Leyen li Parlamenta Ewropayê axivî û anî ziman ku Ewropa li hemberî 'şerê hibrit' ê Rûsyayê ketiye nava demeke nû.
Von der Leyen got, "Divê ne tenê nerazîbûn bê nîşandan, divê em jê vegerînin. Naxwe wê qada gewr fireh bibe."
Von der Leyen işaret bi tevgera droneyan, kampanyayên dezenformasyonê yên li ser pêvajoyên hilbijartinê û birîna qebloyên binê deryayê yên hefteyên dawî li Belçîka, Polonya, Romanya, Danîmarka û Elmanyayê rû dan û got, "Ev yek destwerdanên îzole nîne, lê kampanyayeke koordîneyî ya li dijî Ewropayê ye."
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê her wiha pêşniyara "Dîwarê antî-drone ya Ewropayê" dubare kir ku meha derbasbûyî xist rojevê û destnîşan kir ku ev yek di nava şert û mercên şerê modern de neçarî ye.