Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin

Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn bi çalakiyan hat şermezarkirin.

LONDON

Li Londonê Kurd û dostên wan ji bo Evîn Goyî, Hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil ku di Komkujiya Parîsê ya 2’emîn de  hatin qetilkirin, bîranîneneke girseyî lidarxistin. Di çalakiyê de komkujî hat protestokirin.

Li paytexta Îngilistanê Londonê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa Jinê ya Jiyan ve li avahiya KCC’yê şehîdên Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hatin bîranîn. Li ser dikê wêneyên Endamên Konseya Rêveber a KCK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil, Leyla Şaylemaz û Fîdan Dogan ên ku di Komkujiya Parîsê ya 1’emîn û 2’emîn de şehîd bibûn, hatin vekirin. Di bîranînê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Saziyên Kurdistanî û MLKP'ê beşdarî bîranînê bûn. Di bîranîna ku li derdora wêneyên şehîdan find hatin pêxistin de, gelek caran dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

Bername di şexsê şehîdên Parîsê de bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Li ser navê Meclîsa Gel a Kurd Îshak Gunduz axivî û anî ziman ku bi ruhê şehîdan gerîlayan li çiyayên Kurdistanê destan dinivîsîn û destnîşan kir ku gelê Kurdistanê wê tu caran li hember dagirkeran serê xwe netewîne.

Di bîranînê de sînevîzyona ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê hat nîşandan. Li ser navê Tevgera Jinên Kurd Berfîn Dersim û Songul Maraş, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Avaşîn Tetwan, li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Aso Kamalî û Ercan Akbal axaftin kirin.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku bi ser Komkujiya Parîsê ya 1’emîn 11 sal derbas bûne û ev tişt hatin gotin: “Dema hêrsa me ya li hemberî vê komkujiyê dewam dikir,  tam salek berê Evîn Goyî (Emîne Kara) ku yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd bû, hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û hevalê me yê hêja Abdurrahman Kizil li Parîsê şehîd bûn. Li gor dîrok, cih û profîlên kujeran gelê Kurd dizane ku dewleta Tirk faîlê her du komkujiyan e.”

Bîranîn bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

RENNES

Komkujiya Parîsê ya 2’emîn li bajarê Rennesê bi çalakiyekê hat protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan di salvegera komkujiyê de li Qada Dalle Le Colombîerê hatin cem hev û posterên şehîdên Parîsê hilgirtin.

Çalakgerên ku bi stranên Mîr Perwer meşiyan gelek caran dirûşmên "Şehîd Namirin", "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Serok Apo" berzkirin. Di meşê de gelek belavokên bi îmzeya CDK-F'ê hatin belavkirin.

Çalakî bi axaftinan û banga tevlîbûna meşa Parîsê ya wê 6’ê Çileyê de pêk were bi dawî bû.

TOULOUSE

Komkujiya Parîsê li bajarê Toûloûse yê Başûrê Fransayê bi meşekê hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û "Şehîd Namirin" hatin berzkirin û dostên Fransî jî bi awayekî xurt tevlî çalakiyê bûn. Di axaftinên meşa ku alên PKK û TJK-E'yê hatin hilgirtin, hat diyarkirin ku wê hesabê komkujiyê bê pirsîn.

AMSTERDAM

Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê ji bo şermezarkirina Komkujiyên Parîsê bi diruşma “2013-2024 Parîs di Tariyê de ye” meş û mîtîngek hat lidarxistin.

Di meşa li navenda bajêr de çalakgeran posterên Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hilgirtin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Jin Jiyan Azadî” hat berzkirin û wiha hate gotin: "Em ê bi têkoşîna xwe mîrateya Evîn û Sarayan tacîdar bikin."

DÛSSELDORF

Li Parîsa Paytexta Fransayê qetilkirina Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ji aliyê dewleta Tirk ve bi meş û daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî hat protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên ku li ber rawestgeha navendî ya trênê hatin ba hev, wêneyên Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdrrahman Kizilê ku di Komkujiya Parîsê ya 2’emîn de hatin qetilkirin û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaşmaz ku di Komkujiya Parîsê ya 1’emîn de hatin qetilkirin hilgirtin. Girseya ku pankartan komkujiya li Parîsê şermezar dikir hilgirtin, bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Dewleta Tirk a Kujer” û “Bijî Serok Apo” berzkirin.

Piştre li ser navê FED-MED NRW Ahmed Kobanê axaftinek kir. Di axaftina xwe de diyar kir ku komkujiya ku li paytexta Fransayê li dijî siyasetmedarên Kurd pêk hatiye ne tesaduf e û destnîşan kir ku ev komkujî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin û destê dewleta Fransayê jî tê de heye.

Berdevka YJK-E’yê Ayten Kaplan jî di derheqê protestokirina komkujiyê de bi Elmanî axaftinek kir. Piştî daxuyaniyan girse bi pankart û wêneyên şehîdên komkujiyên Parîsê meşiyan. Girseya gel bi dirûşmeyên şermezarkirina komkujiyê li ber Sefaretxaneya Fransayê ya Dusseldorfê meşiya.

Girse piştî daxuyaniyên li ber sefaretxaneyê belav bû

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, şehîdên Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hatin bi bîr anîn û hêzên qetlîamker hatin şermezarkirin.

Mîtînga ku ji aliyê Meclîsa Jinan ya Saarbruckenê ve li ber Europegalleri hate lidarxistin, gelek Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn. Di çalakiyê de ku deklerasyona ji aliyê TJK-E ve hatibû amadekirin, hate xwendin gelek caran dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" hate berzkirin.

MANNHEIM

Komkujiya Parîsê ya 2’emîn bi çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Jinan ya Ronahî Berîvan a Mannheîmê ve hat lidarxistin, hat şermezarkirin.

Çalakger saet di 19:00 ‘an de li Marktplatzê li hev civiyan û deklerasyona ku TJK-E’yê amade kiribû xwendin û gelek belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin. Di çalakiyê de posterên Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" hat berzkirin.