Li Gavleyê dewleta Tirk hate protestokirin

Li Gavleyê Kurd û dostên wan hatin ba hev û bang li welatên Ewropayê kirin ku bêdengiya xwe xera bikin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlan rawestînin.

Komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sivîlan pêk tîne, li bajarê Gavle yê Swêdê ji aliyê Kurd û dostên wan ve bi mîtîngekî hate protestokirin.

Daxuyanî ji aliyê Meclîsa Gel a Gavle ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker timî êrîşî Kurdan dike û bang li welatên Ewropayê hate kirin ku êdî li dijî van êrîşan bêdengiya xwe xera bikin.

Çalakvan li dora pankarta “Komkujiyên Tirkiyeyê yên li Rojava rawestînin” kom bûn û bê navber dirûşmeyên “Tirkiye ji Rojava bicehime” û “Bi Rojava re piştevanî” hatin berzkirin.