BI DÎMEN

Li Fûara Pirtûkan a Mîlanoyê berxwedana Rojava û têkoşîna jinên Kurd hatin vegotin

Di Fûara Pirtûkan a ku li bajarê Mîlano yê Îtalyayê hate lidarxistin de, pirtûka nivîskara Kurd Denise Bilgin a bi navê “Ewrên Baranê – Pioggia di Nuvole” ku behsa berxwedana Kobanê dike, hate nasandin.

Li fûara navneteweyî ya pirtûkan a ku li bajarê Mîlano yê Îtalyayê pêk hat, berxwedana Rojava û şoreşa wê bi vegotina jinan hatin nasandin. Jinên beşdarî fûarê bûn, bal kişandin ser girîngiya berxwedana li Rojava di têkoşîna azadiya civakî û jinê de.

Di çarçoveya çalakiyê de, pirtûka nivîskar û rojnamevana Kurd Denise Bilgin a bi navê “Ewrên Baranê – Pioggia di Nuvole” ku behsa berxwedana Kobanê dike û li Îtalî hatiye wergerandin, hate nasandin. Pirtûkê eleqeyeke mezin dît, ji ber ku ji çîrokên rastîn ên Kurdên ku şahidî li berxwedana Kobanê kirine, hatiye berhevkirin.

Camilla Zampiero, ku li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropa (TJK-E) axivî, û agahdarîyek berfireh li ser têkoşîna jinên Kurd pêşkêş kir û girîngiya gerdûnî ya têkoşîna azadî û berxwedanê ya jinan destnîşan kir.