Li Frîboûrgê belgefîlma Bakur hat pêşandan
Belgefîlma "Bakur" a li ser jiyana gerîla ye li Navenda Çanda Kurd a Frîboûrg a Swîsreyê hat pêşandan û nîqaş li ser hatin kirin.
Belgefîlma "Bakur" a li ser jiyana gerîla ye li Navenda Çanda Kurd a Frîboûrg a Swîsreyê hat pêşandan û nîqaş li ser hatin kirin.
Di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî“ ya ku di 10'ê Cotmehê de hat destpêkirin de li bajarê Frîboûrgê yê Swîsreyê belgefîlma Bakur a li ser jiyana gerîla ye hat pêşandan.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) yên hatin ba hev, beriya pêşandana belgefîlmê ji bo bîranîna şehîdên Parîsê deqeyek rêz girtin. Piştre ciwanên ku li belgefîlmê temaşe kirin, li ser pêkanîna şêwaz û rêbazên çalakiyên di çarçoveya pêngava azadiya fîzîkî ya Rêberî Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku biryarên wê di 3’yemîn Kongreya Tevgera Ciwanên Şoreşger de hatine girtin de nirxandin kirin.
Li ser navê TCŞ’ê Şiyar Amed axivî û çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan silav kir. Amed wiha axivî: “Dema ew li girtîgehan dibin deng, em ê li Ewropayê dakevin qadan. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê bi dînamîzma ciwanan ji pêvajoyê re bibin bersiv û pergala îşkenceya Îmraliyê hilweşînin."
Amed banga beşdarbûna meşa 23’yê Kanûnê ya li Zurîhê ku ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Parîsê pêk bê û çalakiya 6'ê Çileyê li Parîsê bê lidarxistin, li her kesî kir.
Belgefîlm bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana zindana”, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.