Li Freiburgê ji bo azadiya Rêber Apo civîna gel hate lidarxistin
Siyasetmedar Dîlan Dîrayet Taşdemîr di civîna gel a li bajarê Freiburg ê Elmanyayê de bertek nîşanî pergala tecrîdê ya li Îmrlaiyê da û bal kişand ser girîngiya azadiya Rêber Apo.
Siyasetmedar Dîlan Dîrayet Taşdemîr di civîna gel a li bajarê Freiburg ê Elmanyayê de bertek nîşanî pergala tecrîdê ya li Îmrlaiyê da û bal kişand ser girîngiya azadiya Rêber Apo.
Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bi tevlîbûna zêde ya Kurdistaniyan, civîna gel hate lidarxistin. Siyasetmedar Dîlan Dîrayet Taşdemîr di civînê de bal kişand ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û bertek nîşanî polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê da.
Dîlan Dîrayet Taşdemîr îşaret bi girîngiya Meşa Azadiyê ya ku di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin û wiha got: “Heta ku Rêberê Gelê Kurd azad nebe, gelê me jî azad nabe. Têkoşîna me wê heta pêkanîna azadiya Ocalan, dewam bike.”
Di axaftinên li ser navê Meclîsa Gel û Meclîsa Jinan de îşaret bi zextên li ser îradeya gelê Kurd hate kirin û banga mezinkirina meşa li Kolnê hate kirin.