BI DÎMEN

Li Freiburg û Marsîlyayê şehîdên meha gulanê hatin bîranîn

Li bajarê Freiburgê yê Elmanyayê û bajarê Marsîlyayê yê Fransayê ji bo şehîdên meha gulanê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin

 

FREIBURG

Bernameya bîranînê ya li Freiburgê, di şexsê şehîdên meha gulanê de ji bo hemû şehîdên azadiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Di çalakiyê de li ser navê KOMAW’ê axaftinek hat kirin û hat destnîşankirin ku xwedîderketina li şehîdên berxwedana Zindana Amedê, di serî de ji bo malbatên şehîdan erka hemû gel e. Hat diyarkirin ku gelê Kurd îro eger dikare ziman, çand û nasnameya xwe biparêze, ev yek bi saya berdêlên mezin pêkan bûye.

Siyasetmedar Sozdar Sîdar jî di bîranînê de axivî, şehîdên azadiyê bi minetdarî bi bîr anî û wiha got: Eger îro em li vir li hev civiyane, xwedî li ziman û çanda xwe derdikevin û mîna gelên din nehatine tunekirin, em vê yekê deyndarê Rêber Apo û şehîdên azadiyê ne.

Di axaftinan de bal hat kişandin ser zext û îşkenceyên giran ên piştî darbeya leşkerî ya 1980'î li Zindana Amedê hatine kirin. Hat diyarkirin ku girtiyên şoreşger berxwedaneke dîrokî nîşan dane û gotinên berxwedêrên ku di şeva 17-18'ê Gulanê de laşê xwe dane ber agir hatin bîranîn:  “Hema hûn avê nekin ser agirê me, agirê me gur bikin. Agir temirandin îxanet e”

Di berdewamiya axaftinan de hat destnîşankirin ku tevgera azadiyê ne tevgera mirinê ye, tevgera girêdayîbûna jiyan û azadiyê ye û berxwedêrên ku canê xwe feda kirine ji bo azadiya gelê Kurd feda kariyên mezin kirine.

Hat diyarkirin ku berxwedana Zindana Amedê yek ji sembolên herî girîng ên têkoşîna azadiyê ye; îro pêvajoyeke nû ya avakirinê heye û pêkanîna xeyalên şehîdan berpirsyariya jin, ciwan û hemû gel e.

Piştî axaftinan sînevizyoneke ku jiyan û têkoşîna şehîdên meha gulanê vedibêje hat nîşandan. Bernameya ku kêliyên hestiyar tê de hatin jiyîn, bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî ji bo şehîdên meha gulanê bernameyeke bîranînê ya bi tevlîbûneke girseyî hat lidarxistin. Bername li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat lidarxistin û tê de kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.

Çalakî bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan û xwendina sirûda neteweyî dest pê kir. Siyasetmedarê Kurd Zeyman Govend di bîranînê de axivî û diyar kir ku meha gulanê ji bo têkoşîna azadiya Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye û bi hezaran kesan di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane.

Govend got, Her şehîdek rêwiyê heqîqetê ye û anî ziman ku qonaxa îro encama feda kariyên mezin e. Govend bal kişand ser berxwedana Zindana Amedê jî û diyar kir ku berxwedêrên canê xwe feda kirine di mezinbûna têkoşînê de roleke girîng lîstine.

Govend di axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Kurd hîn bi hêztir xwedî li nasname, ziman û çanda xwe derdikeve û got ku di pêvajoya aşti û azadiyê de divê her kes berpirsyariyê bigire ser xwe. Govend anî ziman ku li çar parçeyên Kurdistanê pêvajoyeke krîtîk heye û ji ber vê yekê seferberiyeke hîn xurttir hewce dike.

Di çalakiyê de pêşengên tevgera azadiya Kurd ên di meha gulanê de şehîd bûne; Hakî Karer, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Ferhat Kurtay, Halîl Çavgun, Necmî Oner, Mehmet Karasungur, Ozan Mizgîn û Îbrahîm Kaypakkaya û her wiha Leyla Qasim a ku ji aliyê rejîma Baasê ve hatibû sêdaredan hatin bîranîn.

Bernameya bîranînê bi nîşandana sînevizyonê, peyamên dilsoziyê û dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.