Li Fransayê yekem car: Serokomarê berê Sarkozy wê bikeve zindanê
Serokkomarê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy, di doza fînansekirina kampanya hilbijartinê ya sala 2007’an ji aliyê Lîbyayê ve, bi pênc sal cezayê zindanê lê hate birîn.
Serokkomarê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy, di doza fînansekirina kampanya hilbijartinê ya sala 2007’an ji aliyê Lîbyayê ve, bi pênc sal cezayê zindanê lê hate birîn.
Serokomarê berê, roja Pêncşemê 25’ê Îlonê, bi sûcdariya hevkarîyê di îdiaya fînansekirina kampanya serokatiyê ya sala 2007’an ji aliyê Lîbyayê ve, bi pênc sal cezayê zindanê hate cezakirin.
Dadgeha Cezayê ya Parîsê her wiha biryar da ku Sarkozy di demeke nêzîk de bikeve zindanê. Bi vî awayî, Sarkozy wê bibe yekem serokomarê berê yê Fransayê ku bikeve zindanê.
Dadgahê diyar kir ku di navbera salên 2005-2007’an de, derdora nêz a Sarkozy ji bo dabînkirina fînansmanê ya derqanûnî ji Lîbyayê hewldan kirine û di vê pêvajoyê de ew jî di bin desthilatdariya wî de tevdigeriyane.
Sarkozy piştî biryarê daxuyaniyek da û got: “ez bêguneh im. Eger bi zorê dixwazin ez di zindanê de bimînim, ez ê bi serbilindî bimînim” û ragihand ku ew ê li dijî biryarê îtîraz bike.
Di çarçoveya dozê de, ji bilî Sarkozy, heft kesên din jî hatin cezakirin. Wezîrê berê yê Karên Hundir Claude Guéant 6 sal, Brice Hortefeux jî 2 sal cezayê zindanê wergirtin.
Rêxistinên têkoşîna li dijî gendeliyê Sherpa, Transparency International û Anticor biryarê wekî “dîrokî û bêmînak” binav kirin.
Sarkozy wê di 13’ê Cotmehê de ji aliyê dozgeriyê ve ji bo diyarkirina dîroka ketina zindanê dîsa were vexwendin da ku îfadeyê bide.