Li Fransayê polîsan avêtin ser komeleya Kurdan: 6 binçavkirin

Li bajarê Draguignan ê Fransayê, polîsên Fransayê avêtin ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd.

Li gorî agahiyan, lêkolîna li avahiya komeleyê dewam dike û 6 endamên komeleyê jî li mala xwe hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyan ji Hevserokên navendê Osman Sonmez û û xebatkarên Meclîsa Gel a Navenda Civaka Kurd Şahîn Al Ordek, Erdal Çelîk, Şenol Karadaş û Ridvan al Gemî hatin binçavkirin. Navê kesekî jî nehate tespîtkirin.

Di daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Draguignanê de hate ragihandin ku serdegirtina polîsan li navendeke civakê nayê fêhmkirin û nayê qebûlkirn.

Navenda Civakê bang kir ku dest ji krîmînalîzekirina gel û saziyên Kurdan berdin û bang li Kurdistaniyên li Draguignanê jî kir ku xwedî li komeleya xwe derkevin.