Li Fransayê karker û Kurdan 1’ê Gulanê pîroz kir- HAT NÛKIRIN

Li bajarên Fransayê hezaran karker, kedkar û Kurd daketin qadan û 1’ê Gulanê pîroz kirin. Kurdan di mîtîngan de bal kişand li ser êrîşên dagirkirinê yên li ser axa Kurdistanê û banga piştevaniya navneteweyî kirin.

Li Parîs, Marsîlya, Bourdeaux, Lyon, Strasbourg û Tolouse yên Fransa bi hezaran karker, kedkar û Kurd daketin qadan û 1’ê Gulanê pîroz kirin. Li Marsîlyayê nêzîkê 4 hezar, li Bourdeauxê nêzîkê 2 hezar, li Lyonê nêzîkê 6 hezar, li Strasbourgê nêzîkê 2 hezar 500 kes û li Tolouseyê hema bibêje 3 hezar û 500 kes beşdarî meşa 1’ê Gulanê bûn.

Di sla 2021‘an li Parîsê 25 hezar kes, li seranserê welat bi tevahî 170 kes tevlî çalakiyên 1‘ê Gulanê bûbûn.

Di çalakiyan de bal kişandin li ser pirsgirêkên jîngehî û civakî.. Sendîkayan bi taybetî daxwaza zêdekirina mehaneya herî kêm û ya teqawidan kir. Partiyên çep bal kişandin ser tifaqa ji bo hilbijartinên giştî yên nêz. Sendîkayan bertek nîşanê polîtîkayên zêde bi lîberalî yên Serokomar Emmanuel Macron dan.

Weke her sal Kurd îsal jî bi xurtî beşdarî çalakiyên 1‘ê Gulanê bûn.

Li hemû bajarên Fransa Kurd beşdarî çalakiyan bûn û bi taybetî bal kişandin li ser êrîşên dewleta Tirk ên ji 17‘ê Nîsanê ve dane destpêkirin û hêj jî berdewam in.

RENNES

Li bajarê Rennesê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Amarayê, Kurd û karker li qada Blosneyê hatin ba hev. Di çalakiyê de ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta ‘’rêxistinên terorîst’’ îmze hatin komkirin.

MONTPELLIER

Li bajarê Montpellerê jî çalakvanên li parka Peyrou kom bûn, heta bi qada Comedieyê meşiyan. Kurdan, bi dirûşman bal kişand bi ser êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk û belavok belavkirin.

BORDEAUX

Navendek din a çalakiya 1’ê Gulanê Bourdeauxê bû. Kurd tevlî meşa li bajarê Bourdeauxê jî bûn. Ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta ‘’rêxistinên terorîst’’ îmze hatin komkirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya jî meş hate lidarxistin û Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan û Tevgera Ciwanên Şoreşker (TCŞ) û bi hezaran kes beşdarî meşê bûn.

Di meşê de ji bo ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta ‘’rêxistinên terorîst’’ îmze hatin komkirin. Çalakvanan berdilkên bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li xwe kirin û êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk protesto kirin.

PARÎS

Xwepêşandana 1’ê Gulanê ya herî berfereh di navbera Repûblîqûe û Natîonê de bû. Bi deh hezaran karker û kedkar bi banga sendîkayên CGT, FSÛ, ÛNSA, Solîdaîresê hatin ba hev.

Kurdistanî û pêkhateyên Yêkîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê tevlê merasîma 1’ê Gulanê bûn. Kurdistaniyên li ser banga TJK-F/CDK-F’yê li qadekê hatin ba hev, alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPJ-YPG û PKK’ê hilgirtin.

Gelek Kurdistanî ku tevlê pîrozbahiyê bûn, li qada pîrozbahiyê bê navber govend gerandin. Detayeke balkêş a din jî diruşmeyên “PKK partiya jinan e”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana gerîla” ku li ser paçê spî yê bi metreyan dirêj hatibû nivîsandin bû. Xebata bi navê “Li dijî şer peyama we ye” gelek bala beşdaran kişand.

Kurdistaniyên di kortejê de cihê xwe girtin, pankartên “Bijî 1’ê Gulanê” û “Gerîla parazvanên jiyana me ne” hilgirtin.

Di çarçoveya kampanyaya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta “rêxistinên terorê” bi hezaran îmze hatin berhevkirin. Di daxuyaniya ku Kurdistaniyan îmze berhev kirin de hat destnîşankirin ku heta PKK ji lîsta terorê were derxistin û bigihîjin armanca xwe, ew ê berhevkirina îmzeyan bidomînin.

Di meşê de danezana 1’ê Gulanê ya TJK-F/CDKF’yê hat xwendin û di derbarê mijarê de bi Fransî belavok hatin belavkirin.

Dem bi dem di navbera polîs û çalakvanan de pevçûn çêbûn. Çalakî bi gerandina govend û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.