Serdegirtin serê sibehê hate kirin. Polîsan deriyê malên sê welatparêzên Kurd şikandin, ketin hundir û ew binçav kirin.
Li gorî agahiyan, kesên hatin binçavkirin xebatkarên Meclîsa Gel a navendê Erdal Çelîk, Şenol Karadag û Ridvan Al Gemî ne.
Hevserokê komeleyê Osman Sonmez û xebatkarê meclîsê Şahîn Al Ordek jî di nav de ji bo îfadeyê bang li sê kesan hate kirin.
Li gorî agahiyan, di serdegirtinê de hin belgeyên fermî yên komeleyê jî di nav de hin dokûmanter hatin desteserkirin. Li ser sedema serdegirtinê daxuyanî nehate dayin. Lê belê tê gotin, polîsên antî-terorê serdegirtin kirin.
Navenda Civaka Demokratîk a Draguignanê piştî serdegirtinê daxuyaniyek da, nerazîbûn nîşan da û got, "Nayê fêhmkirin û nayê qebûlkirin."
Navenda Civakê bang kir ku tavilê dest ji krîmînalîzekirina gelê Kurd û saziyên wê bê berdan. Her wiha bang li Kurdistaniyên li Draguignanê kir ku xwedî li komeleya xwe derkevin. Piştî bangê girseya gel li ber komeleyê li hev kom bû.